Cîhan
Li welatê Misrê bobelata qûmê rabû
PeyamaKurd – Li welatê Misrê li bajarên Qahîre, Giza, Sîna, Misra Jorîn û li devera Deltayê bobelata qûmê rabû. Firtûna (bobelat) qûmê jiyana xelkê dixe xeterê.
Li ciyên bobelata qûmê rabûye kes zêde pêşiya xwe nabîne û li hinek ciyan trafîka alavan bi temamî rawestiya.
Rêvebiriya meteorolojiyê jî hişyariyê da xelkê û got wê di rojên pêşde firtûne dewam bike û heya karibin xelk ji malên xwe dernekeve derve.