Cîhan
Li wî welatî, êrîseke din hat kirin: Kustî û birîndar hene!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Mladenvacê ku nêzîkî Belgrada paytexta Sirbîstanê ye, di encama gulebarana tivinga otomatîk a ji wesayîtekê ve gelek kuştî û birîndar çêbûne.
Di agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Sirbîstanê ve hat dayîn de hat ragihandin de hat diyarkirin ku li Mladenvacê, di encama gulebarana tivinga otomatîk de 8 kes hatine kuştin û 13 kes jî di vê êrîşê de birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê, li herêmê operasyon hatiye destpêkirin û hat diyarkirin ku kujerê 21 salî yê ku nexwestiye radest bibe, hatiye gulebarankirin.
Ev bûyer, ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Sirbîstanê Bratislav Gasiç ve wekî "çalakiya terorê" hat binavkirin.