Cîhan
Li Yemenê ji ber şer zêdetirî 200 hezar kes koçber bûn
PeyamaKurd - Li Yemenê şerê navbera Husiyên Îran piştevaniya wan dike û Hêzên Hevpeymaniya bi serokatiya Siûdî Erebistanê de pevçûn dijwar dibe.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), ji ber şerê dawî zêdetirî 200 hezar kes neçar man ku mal û warên xwe biterikînin.
Di daxuyaniya IOMê de hat diyarkirin ku di nava meha borî de hejmara kesên koçber zêde bûye û rewşa mirovî ya li welêt ber bi xirabûneke mezin ve diçe.