TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Yemenê mayîn teqiya: 7 mirî

Admin M
Nivîskar
📅 08 adar 2018 21:14

Li welatê Yemenê li bajarê El-Hudeyde mayîna ku nêzî malekî hatibû bicîhkirin, teqiya û ji eynî malbatê 7 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Yek ji rêvebirê herêmê Şellî ragihand ku Hûsî bo hêzên hukumetê bi pêş de neçin, di nava arazî û xaniyan de mayîna bicîh dikin. Şellî got ku tîmên wan yên endazyarî ku bi ser artêşê ve ne, dest bi xebatê kirine ku wan deverên di destê hukumetê de ne, ji mayînan paqij bikin.

Heya niha ji Hûsiyan ti deng derneket.

Parve bike: