Cîhan
Li Yûnanistanê erdhejeke bi hêza 6,9an çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Larîssa yê Yûnanistanê erdhejeke bi hêza 6.9an çêbû ku li seranserê welat bandora xwe kir.
Navenda Sîsmolojî ya Ewropa-Derya Spî hêza erdhejê wekî pileya rixter a 6.9 pîvand.
Enstîtuya Zanistên Erdê ya Atînayê jî diyar kir, 24 kîlomêtre ji aliyê bakurê rojavayê navenda bajarê Larissayê li gor saeta herêmî di 12:16an de erdhejeke bi hêza 6.2 pileya rîxterê çêbûye.
Piştî erdheja mezin çend erdhejên din jî li Yûnanistanê çêbûne ku heta niha derbarê ziyanan de ti zanyarî nehatine belavkirin.