Cîhan
Lîbya ji Tirkiyê lesker xwestiye
PeyamaKurd-Li gor ragihandina medya Erebî hukumeta ku ji aliyê Neteweyên Hevgirtî de rewa tê qebûl kirin ya Lîbyayê ji Tirkiyê leşker û ekipman xwestiye. Serokê Tirkiyê Erdoğan jî berê gotibû; eger Lîbya leşker bixwaze wê bişînin û li ser vê gotina Erdoğan muxalifê hukumeta Lîbyayê general Hafter Tirkiyê tehdîd kiribû. Ragihandina nûçeyê ji aliyê medya Erebî ya televîzyona El Erebiye de ku bi ser MBC yê ve ye, de hat gotin. Kanala televîzyonê ya El Jazeera jî heman nûçeyê belav kir.
Di çapemeniya Tirkiyê de hat belavkirin ku leşkerên Tirkiyê wê li bajarê Tripoliyê perwerdeya leşkerî bide hukumeta Lîbyayê û hem wê ekipman bide wan.