TR KU SO
FB X
Cîhan

Lîbya: “Me bi Tirkiyê û Qetarê re lihev kir”

Admin M
Nivîskar
📅 18 tebax 2020 03:12

PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Lîbyayê Selahaddin Abdullah en-Nemruş ragihand ku Lîbya di seredana wezîrên bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar û yê Qetarê Xalid bin Muhammed el-Atiyye de li hev kirine û weha got:

“Me bi Akar û Atiyye re di seha perwerdê û şêwirmediyê de, bo avakirina dezgeyan û bo destekê bidin Lîbyayê lihev kir. Di vê çarçoveyê de me biryarê da ku şêwirmendan û personelên leşkerî bişînin Lîbyayê. Her dû wezîr destekê didin hukumeta rewa ya Lîbyayê û divê çareseriya Lîbyayê siyasî be.”

Parve bike: