TR KU SO
FB X
Cîhan

Lîderê Şîayên Iraqê Sîstanî, Mucteba Hamaney pîroz kir

Admin M
Nivîskar
📅 11 adar 2026 23:02

PeyamaKurd – Serokê dînî yê Şîayên Iraqê Ayetullah Ali Sîstanî li ser hilbijartina kurê Hamayê kuştî yê bi navê Mucteba Hamaney ku bû serokê dînî yê Îranê, ew pîroz kir.

Peyama pîrozbahiya Sîstanî ji aliyê ofîsa wî de ya li Necefê de hat belavkirin. Di peyamê de Ayetullah Hamaneyê ku di êrîşa DYA û Îsraîlê de hatibû kuştin yad kir û ji bo kurê wî yê ketiya şûna wî ji Mucteba Hamaney re got:

“Di xizmeta ji bo xelkê Îranê de, di dûrkirina şerê xeraban, di parastina yekîtiya netewî û li hevkirina civakê de, serkeftin û pêşkeftinê dixwazim.”

00000

WSJ: Pezeşkiyan ji bo dawî li şer bîne şertên giran da pêş

PeyamaKurd – Di rojnama Wall Street Journal de daxwuyaniyekî serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan hat belavkirin û Pezeşkiyan di daxwuyaniya xwe de şertên giran daye pêş û weha gotiye:

“ Ez bi serokên Rûsya û Pakistanê re axifîm û min grêbesta xwe ya aştiyê ya li herêmê ragihand. Şerê ku DYA û rejîma Siyonîst da destpêkirin, rêya tekane ya ku dawiyê li şer bîne, divê mafên rewa yên Îranê nas bikin, tazmînatê bidin Îranê û ji bo di pêş de êrîş nên ser Îranê garantiyên navdewletî bên dayîn.”

Rojname got ku ev daxwazên han weka daxwazên Ûkrayna ne. Bersiva DYAyê dê ev be û dibêje ;”Em ê bombeyan navêjin ser we.” Û wê Îran jî qebûl neke.

Wê Îran bixwaze şer dewam bike û li Hurmizê wê daîma talûke hebe.

Raporekî dinê jî heye ku balkêşe û di raporê de dibêje ti têkiliya Pezeşkiyan bi Mucteba Hamaney re nebûye. Ji ber wê jî qet zelal nîne bê li ser serê artêşê kî heye an kî îdare dike.

Parve bike: