Cîhan
Lihevkirina nû ya navbera Tehran û Washingtonê: Hûrgilî eşkere bûn
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, yekemîn çarçoveya pêşnûmeya nefermî ya peymana aştiyê ya muhtemel a di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hatiye bidestxistin.
Di nivîsa vê pêşnûmeyê de xaleke girîng li ser rewşa ewlehiya deryayî heye û tê de hatiye diyarkirin ku Îran dê di nav mehekê de tevgera keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê vegerîne asta beriya şer.
Li hemberî vê gava Tehranê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî pabend dibe ku hêzên xwe yên leşkerî yên li derdora sînorên Îranê paşve bikişîne û dorpêça deryayî ya li ser wî welatî bi temamî rake da ku bazirganiya navdewletî asayî bibe.
Li aliyê din çavkaniyên Koşka Spî nûçeya medyaya Îranê red kir ku naveroka peymana muhtemel eşkere kiriye.