TR KU SO
FB X
Cîhan

Liz Truss û Joe Biden bi telefonê axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 07 îlon 2022 04:48

PeyamaKurd – Serokwezîra nû ya Îngîltere Liz Truss û serokê Amerîkayê Joe Biden di rêya telefonê de axifîn. Di axaftina xwe de her dû lîder li ser têkiliyên duqolî, şerê Rûsya û Ûkrayna û Peymana Belfastê axifîn. Berdevkekî ji baregeha serokwezîrtiya Brîtanyayê ya jimare 10, li ser mijara axaftina her dû lîderan ragihand ku Biden, Trussê ji ber wezîfa wê ya nû pîroz kiriye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Truss ji Biden re gotiye ji zahmetiyên hevpar û ji bo karibe di rastkirina aboriyê de biser bikeve, çaverêye ku bi Biden re bixebite.

Her dû lîder her weha li ser NATO û hevkariya ku di navbera Amerîka, Îngîltere û Awûstralya (AUKUS) de hatiye avakirin, ji bo bipêşde here, tora wan bipêşbixin axitîne û berdevk weha dewam dike:

“Lîder, ji bo xwurtkirina azadiya kureyî, têkoşîna rîska li hemberê ku ji aliyê otokrasiyan de hatiye avakirin û ji bo Putin li Ûkrayna bisernekeve sozên dane hev teyîd kirin. Truss û Biden li ser gelek meseleyên hundirîn axifîn û li ser girîngiya parastina peymana Belfastê rawestiyan.”

Peymana Belfastê ew Peymane ku katolîk û protestanan pê lihev anîne û şerê navbera wan rawestandine ku tê vateya ‘Îna bixêr’.

Parve bike: