TR KU SO
FB X
Cîhan

Lloyd Austin: Divê hevkarên me xwe ji alavên Rûs dûr bixin

Admin M
Nivîskar
📅 21 adar 2021 00:57

PeyamaKurd – Li gor çapemenriya Hindê; wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Austin û wezîrê bergiriyê yê Hindistanê Rajnath Singh li bajarê Yeni Delhiyê li hev civiyane. Li ser pirsa ku Hindistan amadekariya danîna sîstema S-400 an dike, rojnamevan ji wezîrê Amerîkayê ji Austin di mijara S-400 an de pirsekî kirin û got:

“Em bang li temamê hevkarên me û ortaxên me dikin da xwe ji alavên Rûsyayê dûr bixin. Divê ortaxên me, xwe ji tiştnên ku bibin sedema dorpêçên me, dûr bixin.”

Austin ragihand ku ew agahdarin Hindistan bi kirîna sîstema S-400 an têkildare û weha got:

“Heya niha sîstema S-400 an nekirîne. Lewra ne hewceye dorpêçên ser Hindistanê di rojevê de bin. Hem Hindistan di dînamîkên navdewletî de her diçe ciyê wê di hevkariya me de girîngtir dibe.”

Austin û Singh ragihandine ku di mijarên hevkariya parastina navdewletî, parvekirina îstîxbaratê û li ser mijarên lojîstîkî lihev kirine.

Parve bike: