Cîhan
Lubnanê hejmara dawî ya kustîyên êrîsên Îsraîlê eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê eşkere kir ku ji destpêka êrîşa Lubnanê ya Îsraîlê ve hejmara miriyan gihîştiye 650 kesan û hejmara birîndaran jî du hezaran derbas kiriye.
Artêşa Îsraîlê îro jî li dijî herêma Baalbek El-Hurmul a li rojhilatê Lubnanê êrîşeke asmanî pêk anî û hate diyarkirin ku 12 kes mirine û 73 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan di êrîşên doh danê sibê yên ser heremên cuda yên Lubnanê de jî 81 kes hatine kuştin û 403 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristîyê ya Lubnanê diyar kir, li gor tesbîtên destpêkê di êrîşa li ser bajarokê Yunînê ya îro de 9 kes mirine û 11 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, daye zanîn ku ji 23ê Îlonê vir ve di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de 650 kes hatine kuştin.