TR KU SO
FB X
Cîhan

Lubnanê, li ser êrîsa Îsraîlê daxuyanî da

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 nîsan 2023 02:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Lubnanê Necib Mikati ragihand ku êrîşa di 6ê Nîsanê ya li başûrê welêt li dijî Îsraîlê, ji aliyê "hêmanên ne Lubnanî" ve hatiye kirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê, Serokwezîr Necib Mikati, di derbarê tesbîtên ewil ên di lêpirsîna "êrîşa li dijî Îsraîlê" ya ku ji aliyê artêşa Lubnanê ve hatiye destpêkirin de hatin bidestxistin, daxuyanî da.

Necib Mikat got ku wî ji saetên pêşîn ên "ragiriya leşkerî ya bilind" li ser sînor, piştî ku roket ji başûrê Lubnanê hatin havêtin, têkilî bi hemû aliyên têkildar re li welêt danî û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir:

"Gotinên ku dibêjin hikûmet tuneye û nekariye, tenê propaganda ye û li ser medyayê diheje. Yên ku moşek havêtin, partiyek rêxistinî ne. Hêmanên ne Lubnanî ne. Sedema meseleyê derket holê ku wekî bersivdana êrîşên Îsraîlê ya li ser Filistîn û Şerîda Gazzeyê ye."

Parve bike: