Cîhan
Lubnanî li dijî hikûmeta nû jî derketin kolanan: 20 birîndar
PeyamaKurd – Xwepêşanderên Lubnanê li dijî destnîşankirina kesên bi gendeliyê têne naskirin di kabîneya nû ya hikûmetê de derketin û li Beyrûdê derketin kolanan.
Piştî sê mehên valahiya siyasî li Lubnanê, kabîneya nû hatiye destnîşankirin, lê xwepêşander dibêjin, divê kabîneya nû serbixwe be û nûnerên partiyên siyasî li xwe negire.
Xwepêşander li naverasta Beyrutê diruşma şoreşê qeriyan û gotin baweriya wan bi hikûmeta Lubnanê nîne.
Xwepêşanderan li ber baregahê hikûmetê û li cihê niştecihbûna Serokwezîrê nû Hessan Diyab xwestin berbestan bişkînin.
Li gorî ragihandina Heyva Sor a Lubnanî, 20 kes ji xwepêşanderan birîndar bûn ku du kes ji wan bilez bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.