Lukasenko: Me ji bo ser bisekine her tist kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko di derbarê “operasyona leşkerî” ya Rûsyayê li Ukraynayê de axivî û diyar kir, hêvî nedikir operasyon ewqasî dirêj dom bike û îdia kir ku ji bo şer bisekîni her tişt kiriye.
Lukaşenko dubare piştgiriya xwe ya ji bo êrîşa Rûsyayê li dijî Ukrayanêyê anî ziman û got: “Ez nizanim wê operasyon li gor plana Rûsan an li gor wek ez hest dikim berdewam bike, lê hest dikim ku ev operasyon dirêj bû.”
Serokkomarê Belarûsê da zanîn ku welatê aştiyê dixwaze û got, Ukrayna Rûsyayê “halan” dide.
Lukaşenko eşkere kir, ew wek kategorîk tu şerî qebûl nakin û diyar kir: “Ji bo şer dernekeve me her tişt kir û em dikin. Bi tevkariya welatê me danûstandin destpê kirin, lê niha Ukrayna guh nade van danûstandinan.”