TR KU SO
FB X
Cîhan

Luksemburg NATO hisyar kir: "Ji bo Efrînê bêdeng nemînin"

📅 17 adar 2018 20:10


PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ji bo êrişa Efrînê bertek nîşanda û nameyek ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şand û hişyariya ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê bila nebe felaketeke însanî.


Wezîr Jean Asselborn di nameya xwe de xemgînî û endîşeya xwe anî ziman û got: "Bila artêşa Tirkiyeyê operasyona xwe rawestîne û leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne."
Jean Asselborn di berdewamiya nameya xwe de got: "Ez bi endîşe me ku ev operasyon bibe sedema felaketekê. Piştî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê gihandina alîkariya însanî bo herêmê bi awayekî cidî hat astengkirin."

Parve bike: