TR KU SO
FB X
Cîhan

Lutkeya Sûriyê ya 'Rûsya, Îran û Tirkiyê' 16ê îlonê li Enqerê dicive

Admin H
Nivîskar
📅 22 tebax 2019 22:41

PeyamaKurd – Her sê welatên garantorên Sûriyê yên proseya hevdîtinên Astanayê Rûsya, Tirkiye û Îran 16ê Îlonê li Enqerê dicivin.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin ragihand ku dê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 16ê Îlonê mazûvaniyê li Serokdewletên Rûsya û Îranê bike.

Kalin diyar kir ku rêveberên sê welatan li ser mijarên peymana Soçiyê ya bo Idlibê ku sala 2018an di navbera Enqere û Moskowê de hatibû girêdan, pêvajoya avakirina komîteya destûra nû ya Sûriyê û pêvajoya siyasî ya li Sûriyê gotûbêjê bikin.

Ev daxuyaniya lutkeya hersê welatan piştî ku rejîma Sûriyê ya bi desteka Moskow û Tehranê Xan Şexûn bi dest xistin, hatiye belavkirin.

Parve bike: