Macarîstanê, biryara ji bo NATOyê taloq kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Macarîstanê ve hatin ragihandin, rayedarên Macarîstanê dê dengdana parlamentoyê ya ji bo endambûna Swêdê ya NATOyê heta payîzê taloq bike.
Li ser mijarê, ji aliyê Serokê Lijneya Karên Derve ya Meclisa Macarîstanê Zsolt Nemeth ve daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku "Em ê di nîvê meha îlonê de dest bi xebatên dengdanê bikin."
Nemeth diyar kir ku ne hewce ye ji vê dîroka hatiye destnîşankirin, zûtir gav bên havêtin û destnîşan kir ku meclis ketiye serdema betlaneya havînê û payîzê car din dê dest bi xebatên xwe bike.
Ji 31 welatên endamên NATOyê, tenê Macarîstan û Tirkiyeyê mane ku endamtiya Swêdê qebûl bikin. Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto di destpêka vê mehê de gotibû ku heger Tirkiye di derbarê Swêdê de biryara xwe biguherîne, ew ê jî pêvajoyê bi derengî nexînin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû ku ew ê di Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya ku di 11 û 12ê Tîrmehê de li Lîtvanyayê hat lidarxistin de nerazîbûnên Tirkiyeyê yên li ser vê mijarê rakin.