Macron bang li welatên APECê kir: Ev pirsgirêk a we ye jî!
PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di Lûtkeya Forûma Hevkariya Aboriyê ya Asya Pasifikê (APEC) de axivî û bang li welatên APECê kir ku ew jî xwe tevlî ramana hevgirtî ya li hember şerê Ukraynayê bikin.
Emmanuel Macron, di axaftina ku li Lûtkeya APECê ya li Bangkokê kir de bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û li ser vê yekê bang li wetên endamên APECê kir û got ku
‘Ev şer di heman de de pirsgirêka we ye jî.”
Macron, di dewama axaftina xwe de got,
“Mînaka pêşîn a Fransayê ew e ku tevkariyê li aştiya şerê li Ukraynayê bike û hewil dide ku bibe xwedî dînamîkeke gerdûnî ya ku pêkutiyê li ser Rusyayê bike.
Ji bo ku ramaneke hevpar were pêkanîn, Fransa plansaziyê dike ku ligel Çîn, Hindîstan, hemû herêm, Rojhilata Navîn, Afrîka û Amerîkaya Latîn, ji nêzîk ve bixebite.”
Serokomarê Fransayê da zanîn ku ew ne ji Hegemonya û pevçûnê, ji îstîqrarê bawer dikin û vê mînakê da:
“Em li daristanê ne û 2 fîlên me yên mezin hene ku her diçe hêrs dibin. Heger acizî zêde bibe, ew ê dest bi pevçûnê bikin û ev jî ji bo beşên din ên daristanê jî dê bibe pirsgirêkeke mezin. Divê hûn wekî piling û meymûnan, bi gelek ajalên din re di nav hevkariyê de bin.”