Cîhan
Macron di civîna konseya Awrûpa de bi kovid-19 ê ket
PeyamaKurd – Serokkomariya Fransayê ragihand ku serokê Fransayê Macron di civîna Konseya Awrûpa de bi Kovid-19 ê ketiye. Li gor ragihandina Koşka Elysee ku bo çapemeniyê ragihandiye, di Emmanuel Macron de nîşaneyên pandemiyê derketine, testa RTPCR ê kirine û testa wî posîtîv derketiye. Beyana Fransayê ya çapemeniyê wehaye:
“Li gor rêziknameya tenduristiyê wê serok Macrok xwe 7 rojan îzole bike. Xê xebat tevgerên xwe ji dûr de dewam bike.”
Bi Macron re bi sedema pê re di têkiliyan de bûne serokwezîr Jean Castex, serokê meclisê Richard Ferrand û jina Macron Brigitte Macron wê bikevin karantînayê.