TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron: Keştiyên şer yên Fransayê dest danîn ser tankereke Rûsyayê

Admin H
Nivîskar
📅 25 hezîran 2026 14:48

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku hêzên deryayî, li nêzîkî girava Sîcîlyayê dest danîne ser tankereke petrolê ya  "fîloya sîbext" ya Rûsyayê ye.

Macron di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de diyar kir ku keştiyên şer ên Fransayê roja Sêşemê, li peravên Sîcîlyayê operasyon birine ser tankera petrolê ya bi navê "Deliver" a ku qanûnên deryayî yên navdewletî binpê kiribûn û dest danîne ser. Serokkomarê Fransayê her weha vîdeoya wan kêliyan parve kir ku tê de leşkerên deryayî bi helîkopteran dadikevin ser keştiya Deliverê.

Emmanuel Macron bal kişand ser biryardariya Ewropayê ya li dijî Moskovayê û peyamên tund parve kirin:

"Ev pêngava nû ya li dijî fîloya sîbext ku çend roj piştî operasyoneke weha ya Brîtanyayê hat bicîkirin, biryardariya Ewropayê nîşan dide. Em ê destûrê nedin ku fîloya bê destur derbas bibe .Ewropa bi biryar e; ji bo giranbûna lêçûna şer a li ser Rûsyayê û ji bo misogerkirina aştiyeke mayînde û xurt a li Ukraynayê, em ê hemû hewlên pêwîst bidin."

Fransayê heta niha bi hinceta ku beşek ji fîloya sîbext a Rûsyayê ne, dest daniye ser herî kêm 5 tankerên petrolê. Moskovayê jî berî niha ev cûre operasyonên welatên Ewropayê wekî "derqanûnî" pênase kiribûn. Rûsya ji bo ku xwe ji cezayên welatên dûr bixe, tankerên bê ala bi kar tîne ku ev keştî ji aliyê Ewropayê ve wekî "fîloya sîbext" tên binavkirin.

Parve bike: