Cîhan
Macron li ser rewsa Iraqê peyamek belav kir: Gelekî bi fikar im!
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, derbarê rewşa dawî ya Iraqê de ku xwepêşandanên alîgirên Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê dewam dikin de peyamek belav kir.
Di peyama Macron a li ser Twitterê bi zimanê Erebî hatiye belavkirin de, hat gotin, “Ji rewşa li Iraqê gelekî bi fikar im.”
Macron di peyamê de, banga aramiyê kir û diyar kir ku ew piştevaniya banga dîyalog û aramiyê ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike.
Li aliyê din çalakiyê alîgirên Muqteda Sedir a li Parlamentoya Iraqê di roja çaremîn de dewam dike ku li dijî namzedê serokwezîrêyê yê Çarçoveya Hemahengiyê Mihemed Sûdanê derdikevin.
Herwiha alîgirên Sedir dixwazin Dadgeha Federalî jî were hilweşandin.