TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron, Zelenskiy û Trump, li Parîsê li ser serê Rûsya-Ûkraynayê axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2024 02:32

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokê bê yê DYAyê Trump, li Parîsê li Koşka Elysee hevdîtinekî duqolî kirin û paşî serokê Ûkraynayê Zelenskiy tevî civînê bû û li ser rewşa dawî ya şerê Ûkrayna û Rûsyayê axifîn.

Piştî 30 deqeyan hevdîtin kirin, her sê lîder ji bo tevlî merasima vekirina katedrala Notre Dame bibin, ji koşkê veqetiyan. Di merasimê de Trump û Zelenskiy berya li erebên xwe siwar bibin demekî destên hev toqe kirin.

Zelenskiy di ser hesabê xwe yê medyan civakî Xê de ragihand:

“Bi Trump û Macron re me li Koşka Elysee hevdîtinekî berhemdar û baş kir. Sipasiya Trump dikim. Em tev dixwazin ev şer bilez û adilane biqede. Me behsa xelkê xwe, behsa sehayê, aştiya adilane kir. Me li hev kir ku bi hevre xebatê bikin û her wext di nav têkiliyan de bin.”

Parve bike: