Malî peymanên bergiriyê yên bi Fransayê re betal kir
PeyamaKurd – Rêvebiriya cûnta leşkerî ya welatê Maliyê ragihand ku temamê peymanên bergiriyê yên ewlehî ku bi Fransayê re çêkiriye betal kiriye. Rêvebiriya Maliyê berê jî bi sedema ku bi leşkerên Rûsyayê yên bi pere re dixebitin, bi Wagner re Peyman girêdaye, di navbera Malî û Fransayê de bûbû pirsgirêk.
Malî berê mêtingeha Fransayê bû û niha xwuya dike ku wê temamê têkiliyên xwe bi Fransayê re bibire.
Cûnta Maliyê ragihand ku peymanên di sala 2014 an de ji bo ewlehiyê bi Fransayê re girêdabû, bi sedema ku Fransa desthilata wan îhlal dike betal kiriye. Weka bahane jî ji bo Fransa di operasyona Barkhane de jimara leşkerên xwe kêm kiribû û bi Maliyê re neşêwirî bû, wezîfa xwe ya li Barkhane û Takûbayê bi dawî anîbû û balafirên Fransayê bê îzna cûntayê li herêmê firiyabûn, nîşan da.