Cîhan
Malikî: Ti pêwîstiya Iraqê bi hêzên Amerîkî nîne, wê Biden bikisîne
PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê û serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî got, ti pêwîstiya Iraqê bi hêzên Amerîkayê nîne û divê derkevin.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel kanaleke Iraqê de ragihand, biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê hatiye binpê kirin û got, ti sedemek tine bo mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê û ji aliyê leşkerî ve pêwîstiya Iraqê bi hêzên Amerîkayê tune ye.
Malikî herwiha got ku îdareya nû ya Amerîkayê ya serokatiya serok Joe Biden, wê hêzên Amerîkî ji Iraqê bikşîne.