Cîhan
Masallah ji dadgeha federal re
PeyamaKurd- Dadgeha Federal ya Iraqê biryarê da. Dadgeh encama hilbijartinên parlementeran ya di 12 ê gulanê de hatin kirin tesdîq kir.
Berdevkê dadgeha federal Iyas Samûk bi awayeka nivîskî ragihand ku di celseyên ku bo îtîrazên hilbijartinan dihatin kirin de, encam bi dayîna yekîtiya dengan hat tesdîqkirin.
Li gor qanûna Iraqê ya makezagonê, dema encama hilbijartinê ji aliyê Dadgeha Federal ya Bilind ve tê tesdîqkirin, divê parlemento di nava 15 rojan de civîna xwe ya ewilî bike.
Rêxistina Hilbijartinan ya Serbixwe ragihand ku di 13 bajaran de jimartina dengan bi awayeka elektronîkî û jimartina wan bi destan, heman encamê dane.