TR KU SO
FB X
Cîhan

May: Bila sika Esed ji me tine be em bi biryarin

Admin M
Nivîskar
📅 14 nîsan 2018 22:59

PeyamaKurd- Serokwezîra Brîtanya Theresa May îro derket pêşberê çapemeniyê û behsa operasyona Sûriyê kir. May got: Bila şika rejîma Esed tine be ku em bi biryarin.

May weha ragihand: “Operasyona leşkerî hem hûqûqiye û hem rast e.Li Dûmayê çekên kîmyewî ji aliyê rejîmê de hatine bikaranîn. Çek bi varêlan hatine şandin û di nava wan de maddeyên kîyewî hebûne. Helîkopter yên rejîmê ne ji ber helîkopterên muxalifan tine ne. DEAŞ jî li wê derê tine ye. Rabirdûya rejîmê di warê çekên kîmyewî de berabate. Em zanin li hemberê xelkê xwe çekên kîmyewî bikartîne.”

May got ku ew dizanin wê ji niha û bi şûnde jî rejîm çekan bikarbîne. Li Xan Şeyxûnê jî bikaranîbû,100 kesan kuştibû û 500 kesî birîndar kiribû.

Parve bike: