TR KU SO
FB X
Cîhan

Mayînên Boko Haramê 11 parêzvanên ewlehiyê kustin

Admin M
Nivîskar
📅 31 berfanbar 2020 05:07

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê, hêzên ewlekariyê yên bo li dijî mîlîtanên Îslamî têdikoşin, bi sedema mayînên ji aliyê rêxistina Boko Haram de hatine çandin teqiyan, di encamê de 11 wezîfedarên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Li ciyê bûyerê 9 hêzên ewlehiyê birîndar bûn. Kesên kuştî di şopandina endamên Boko Haramê de li mayînan ketin.

Li devereka dinê ya welat car din 4 leşker bi sedema li mayînên çandî ketin, mayîn teqiyan û her 4 leşker mirin. Hat ragihandin ku mayîn ji aliyê Boko Haramê de hatine çandin.

Parve bike: