Cîhan
Mazlum Abdi: “Me bi Samê re hevdîtin nekiriye lê em amade ne”
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD) Ferhad Abdî Şahîn (Mazlum Abdî) ragihand ku ji bo agirbesê bi Amerîka re hevdîtin kirine da zorê bidin ser Tirkiyê û dewam kir:
“Me bi rêvebiriya nûh ya Şamê re hêj muzakereyan nekiriye lê em amade ne. Me ji Sûriyê rêvebiriya federali daxwaz nekiriye, Sûriye bê perçe bibe, em rêvebiriyekî navendî dixwazin.”
Abdî, di daxwuyaniya xwe de got ku grûbên terefdarên Tirkiyê ji aliyê Munbicê û Firatê ve nêzî Ayn el-Arab dibin. Ji bo zorê bidin Tirkiyê da agirbesê bikin, bi DYA re di nav têkiliyan de ne.