TR KU SO
FB X
Cîhan

Mazlûm Ebdî: Li Dêrezorê rews normal dibe û îstîqrar car din bicîh bû

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2023 02:10

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê Mezlûm Ebdî di ser hesabê xwe yê Twitterê (X) de ragihand ku li Dêrezorê rewş normal dibe û îstîqrar bicîh bûye. Abdî di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:

“Bi desteka xelkê me yê Dêrezorê û hevkariya wan, hêzên me bi operasyona ‘xwurtkirina ewlehiyê’ asayiş ji nûh de temîn dibe, aştiya civakî tê parastin û rewşa îstîqrarê baş dibe.”

Ebdî, her weha li ser êrîşên Til Temir û Munbicê yên artêşa Tirkiyê (TSK) û grûbên muxalif agahiyan da û got:

“Ji bo rewşa heyî ya îstîqrar û baweriyê ya li herêmê xerab bikin, îrada xelkê ji ortê rakin, êrîşên hêzên dagirker yên Tirkiyê û çeteyên wan li Til Temir û Munbicê dewam dikin.”

Li Dêrezorê roja êvara yekşemê li bajarê Hasekiyê di operasyona HSDê de fermandarê meclisa leşkerî ya Dêrezorê Ahmed Ebu Hewla (Ahmed El Xebil) hatibû girtin û eşîrên Ereb yên li Dêrezorê li hemberê girtina Hewla derketibûn.

Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR)ê; jimara kuştiyan herî kêm 50 kesin. HSDê ragihandibû ku Hewlayê di bin sîwana HSDê de dixebitî, li hemberê xelkê sûcan kiriye û karê qaçax yê maddeyên hişbir kiriye.

Balyozxana Amerîkayê ya Sûriyê li ser pevçûnên li Dêrezorê ragihandibû ku fermandarên Amerîkayê Goldrich û Vowell bi HSDê, MDSê û serokeşîrên Dêrezorê re civiyane.

Parve bike: