TR KU SO
FB X
Cîhan

McEnany: Amerîka wek cîhên din, li Belarûsê jî li alîyê ‘’azadî û demokrasî’’yê ye

Admin L
Nivîskar
📅 01 îlon 2020 15:31

PeyamaKurd – Di derbarê xwepêşandanên li Belarûsê, Berdevka Qesra Spî Kayleigh McEnany helwesta Amerîka li hember rewşa li Belarûsê ragihand û got: ‘‘Amerîka wek cîhên din, li Belarûsê jî li alîyê ‘’azadî û demokrasî’’yê ye.

Berdevka Qesra Spî Kayleigh McEnany da zanîn: ‘’Girseyên mezin yên protestoyên aştiyane li dar dixin, raber dikin ku hikûmet êdî nikare guh nede bangên gel yên li ser demokrasîyê.’’

Wê bang li Rûsya kir, bo li serweriya Belarûsê rêzê bigire û rê bide gel da ku bi awayekî azad rêberê xwe hilbijêre.

Aleksandr Lukashenko, 26 sal in li desthilata Belarûsê ye, diyar kiribû ku wî di hilbijartinên 9ê Tebaxê de ji %80 deng sitandiye û serketina xwe ragihandibû.

Rêbera opozîsyonê Svetlana Tihanoskaya û alîgirên wê jî îdia kiribûn ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û dest bi protestoyan kiribûn.

Parve bike: