Cîhan
MDS: Di demeke nêz de em ê dîsa bi Rejîma Samê re biaxivin!
PeyamaKurd- Berpirsekî Meclîsa Demokratîk a Sûriya (MDS) got ku di demeke nêzîk de em ê bi rejîma Şamê re hevdîtineke nû bikin.
Berpirsê MDSê yê ku naxwaze navê xwe eşkere bike, got ku heta niha di hevdîtinan de pêşketineke berbiçav çênebûye, ji ber vê yekê jî di demeke nêzîk de hevdîtineke dî wê bi Rejîma Şamê çêbibe.
Berpirsê MDSê li ser şerê Idlibê jî got ku ji bo beşdarbûna şerê Idlibê di navbera me de tu levhatin çênebûne.
Meha bûrî şandeyeke Meclîsa Demokratîk a Sûriya (MDS) çûbû Şamê û li wê derê bi erkdarên Rejîma Sûriyê re hevdîtinek pêk anîbû. Ev hevdîtin di navbera Rêvebiriya Kurdê Bakurê Sûriyê û Rejîma Şamê de pêwendiya fermî ya pêşî bû.