Cîhan
Me perwerda jina qedexe nekir, me tenê pas de xist
PeyamaKurd – Li Afxanistanê piştî qedexekirina perwerda jinan, berdevkê Talîbanê Suheyl Şahin daxwuyanî da çapemeniyê û got:
“Esas serkirdeyên Talîbanê li hemberê perwerda jinan nînin. Dixwazin jin li gor qedr û qiymet û qaîdên me perwerde bibin. Heya derfetê perwerda wan peyda bibin, me perwerda jinan da paş.
Qedexe mayînde nîne. Rêvebir ji bo çareseriyê bi temamê derfetên xwe dixebitin.”