TR KU SO
FB X
Cîhan

Medvedev: Çêkên me, pêsî li êrîsên Rojava digirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2022 21:00

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Medvedev diyar kir ku çekên nukleerî yên di destên wan de xwedî roleke astengkirinê ye. Medvedev destnîşan kir ku bi saya van çekan, Rojava nikare li dijî wan şer bike.

Ji aliyê Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev ve hat ragihandin ku arsenala nukleerî ya Rusyayê û qaîdeyên Moskowê yên li ser bikaranîna wê, nehişt ku Rojava li dijî wan şer bike.

Medvedev, di gotara xwe ya ji bo rojnameya Rossiyskaya de li ser pirsa,

"Gelo Rojava amade ye ku şerekî tam li dijî we, şerê nukleerî jî di nav de bide destpêkirin?" bersiv da û got,

"Tiştê ku îro dijminên me disekinîne ev e ku têgihîştin ku Rusya wê li gorî bingehên polîtîkaya dewletê ya li ser rêgirtinê ya nukleerî bi rê ve bibe. Heger rastî gefan bê, dê li dijî wan tevbigere. Cîhana Rojavayî daxwaza rûreşkirin, acizkirin, parçekirin û hilweşandina Rusyayê bi qasî ku pêkan e û xwesteka dûrketina ji apocalypsa nukleerî hevseng dike."

Medvedev garantiyên ewlehiyê yên welatê xwe bi bîr xist û got, 

"Cîhan, li ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û karesata nukleerî diheje. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, em ê her tiştî bikin. "

 

Parve bike: