TR KU SO
FB X
Cîhan

Medvedev: Ew welat dê serweriya xwe wenda bike!

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 gulan 2023 01:30

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Medvedev îdia kir ku Almanya dê di demeke nêz de pêşengiya xwe ya siyasî û aborî ya li Ewropayê wenda bike.

Dimitriy Medvedev,  di hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku Almanya dê di demeke nêzîk de pêşengiya xwe ya siyasî û aborî ya li Ewropayê wenda bike û da zanîn ku

Fransa û Brîtanya, ji ber wendakirina pêşengiya Almanyayê dê kêfxweş bibin û destnîşan kir ku kariyera siyasetmedarên ku digotin Alman bêyî Rusyayê dikarin bi rehetî bijîn jî bi dawî bibe.

Parve bike: