Cîhan
Medya Erebî: Rejîma Esed hezar û 500 lesker bi ser HSDê de sand
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku artêşa rejîma Sûriyê bi zêdebûna rageşiya bi Hêzên Sûriya Demokratîk HSD) re, ji bo mudexeleyî hêzên Kurd ên li Dêrazorê bike tevî hezar û 500 leşkeran wesayîtên leşkerî yên cebilxane barkirî şandiye.
Li gorî nûçeya medya erebî, hezar û 500 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê bi ser HSDê de hatine şandin ku mebest şerkirina dijî hezên Kurd ên li dorûbera Dêrazorê ne ku ew dever di bin kontrola HSDê de ne.
Di nûçeyê de tê gotin ku bang li hêzên Kurd hatiye kirin ku wan herêmên kontrola xwe radestî xelkê deverê bike.
Herwiha li gor zanyariyên ji wê herêmê gihîştine PeyamaKurd rewşa aloz berdewam e û car caran xwepêşandanên protestoyî encam didin.