Cîhan
Medya Îranê: Hemû deriyên bazirganiya derve hatin girtin
PeyamaKurd - Li gor nûçeyên medyaya Îranê, îro 3yê Adarê hikûmeta Îranê bi fermî hinardekirina hemû cûre berhemên xurek û çandiniyê ji bo derveyî Îranê qedexe kir.
Hate diyarkirin ku armanca vê biryarê ew e ku pêdawîstiyên sereke yên xelkê Îranê li nava bazara navxwe de peyda bibin.
Li gor agahiyan, ji bilî deriyê sinorî yê Başmax, Îranê hemû deriyên xwe yên sînorî ji bo bazirganiyê girtine.
Herwiha li deriyê Başmax jî tevgera bazirganiyê ji sedî 50 kêm bûye, tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de ev derî jî bi temamî bê girtin.