TR KU SO
FB X
Cîhan

Medya Sûriyê: Îsraîl bi mosekan êrisî Samê kir armanc lê…

📅 18 gulan 2019 16:30

PeyamaKurd - Medya fermî ya Sûriyê ragihand ku, Îsrailê bi moşekan Şam kiriye armanc û pergala parastina esmanî ew moşek têkşikandine.

Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê ku xwe dispêrê çavkaniyeke leşkerî ya Sûrîyê ragihand, Îşev Îsrailê bi çend moşekan Şam kiriye armanc û pergala parastina esmanî ya Sûriyê ew moşek têkşikandine

— Qalaat Al Mudiq (@QalaatAlMudiq) 17 Mayıs 2019

Ji aliyê din ve, medya Îsrailê belav kiriye, wan pêgehên Îranê li devera Kiswê ya başûrê rojavayê Şamê kiriye armanc.

Heta niha ti zanyarî li ser ziyanên canî û madî nehatine belav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî Îsrailê çendîn caran, pêgehên Îranê li nav xaka Sûriyê kiribûn armanc.

Parve bike: