TR KU SO
FB X
Cîhan

Medya Sûriyê: “Tirkiye qebûl kir ku ji Sûriyê vekise”

Admin M
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2023 02:17

PeyamaKurd – Medya Sûriyê bi taybetî rojnama Al-Watan piştî hevdîtina wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, serokê MİT ê Hakan Fidan û wezîrê bergiriyê yê Sûriyê Ali Mehmûd Abbas li Moskovayê bi tevlîbûna wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, ragihand ku Tirkiye qebûl kiriye leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Al-Watan rojnama Sûriyê ye ku herî nêzî serokê Sûriyê Beşer Esed e. Rojname ragihand ku civîna Moskovayê di encama hevdîtinên îstîxbaratên Sûriyê û Tirkiyê de çêbûye û li gor berjewendiyên Şamê û li gor şertan bicîh hatiye. Rojname weha dibêje:

“Hevdîtin li gor daxwaza Şamê; ew axa Sûriyê ya ku Tirkiyê îşxal kiriye, Tirkiye razî bûye ku temamê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne. Her dû teref li ser bicîhanîna peymana sala 2020an ya otorêya M4 ê jî axifîne.

Ankara û Şam bûne hemfikir ku YPG casûsê Îsraîlê û Amerîkaye, ji bo Tirkiyê û Sûriyê tehdîdekî ciddiye.

Li gor peymana Moskovayê wê komîsyonekî ji Tirkiyê, Rûsya û Sûriyê ya sêqolî bê avakirin.”

Parve bike: