Medyaya Îsraîlê: Mucteba Xamineyî ji bo dermankirinê birine Rûsyayê
PeyamaKurd - Medyaya Îsraîlê ragihand ku Rêberê Olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî, ji ber birînên xwe yên xedar, bi balafireke leşkerî ya Rûsyayê bo dermankirinê birine paytextê Rûsyayê, Moskowê.
Li Moskowê emeliyayeke serkeftî
Li gorî nûçeya ajansa Îsraîlî i24Newsê, ya ku xwe dispêre çavkaniyên medyaya Kuwêtê û rayedarên nêzîkî Xamineyî, Mucteba Xamineyî roja Pêncşemê gihîştiye Rûsyayê. Tê îdiakirin ku piştî gihîştina wî ya Moskowê, her du lingên wî bi serkeftî hatine emeliyatkirin.
Di roja yekem a şer de birîndar bûbû
Mucteba Xamineyî di roja yekem a êrîşên Amerîka û Îsraîlê de (28ê Sibatê), di heman êrîşê de ku bavê wî Elî Xamineyî tê de hatibû kuştin, ji her du lingên xwe bi xedarî birîndar bûbû.
Hat ragihandin ku biryara birina wî ya bo Rûsyayê, piştî peywendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan de hatiye girtin.
Îdiaya li ser peyama yekem: “Laricanî nivîsiye”
Geşedaneke din a balkêş jî derbarê peyama yekem a Mucteba Xamineyî de ye. Tevî ku daxuyaniyeke nivîskî wekî peyama rêberê nû hatibû weşandin jî, tê îdiakirin ku ew nivîs ji aliyê Sekreterê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ve hatiye amadekirin. Ev yek wê gumanê xurt dike ku Xamineyî niha di rewşeke wisa de nîne ku karibe karên dewletê bimeşîne.
Heta niha rayedarên fermî yên Tehran û Moskowê derbarê van îdiayan de tu daxuyaniyên piştrastkirinê nedane.