Cîhan
Mehmet Sîmsek li Batmanê derbarê aboriya Tirkiyê de axivî
PeyamaKurd - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek, serdana bajarê xwe yê li bakurê Kurdistanê kir û derbarê rewşa aboriya Tirkiyeyê de daxuyanî dan.
Mehmet Şîmşek got, ji bo pêşveçûna mayînde divê di qadên veberhênan, îstixdam, hilberîn û hinardeyê de xebat bên kirin û divê ev mijar derkevin pêş.
Şîmşek diyar kir, "Em ji bo pêkanîna vê bibiryar in. Em dê polîtîkaya bac, kredî û teşwîqê jî li gorî vê amade bikin."
Li ser daxistina enflasyonê û bernameya xwe ya aboriyê de jî Şîmşek ragihand, di çarçoveya bernameya aboriyê de ji bo ku enflasyon dakeve "hejmarên yekxaneyî" ew dê hemû amûrên polîtîkayê bi kar bînin.