Cîhan
Mehmet Uçum: Wê Öcalan di karê komisyona bin ya bêçekdarkirinê de cîh bigre
PeyamaKurd – Serşêwirmendê serokkomariya Tirkiyê Mehmet Uçum ragihand ku wê Abdullah Öcalan di komîsyona bin de ya bêçekdarkirinê û koordînasyona stratejik de cîh bigre.
Li ser avakirina xanî ya ji bo Öcalan ku li girava İmraliyê ava kirine jî Uçum got:
“Wezîfedarkirina Öcalan di komîsyonê de, divê karibe di şertên rehed de bixebite. Şertên jê re hatine amadekirin ne îmtiyaz e.”
Mehmet Uçum ragihand ku di bin sîwana Heyeta Şopandin û Ravekirinê de 4 komîsyonên bin hatine avakirin. Wê di karê Komîsyona Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk de wezîfe bidin Abdullah Öcalan.