Cîhan
“Mêjiyê me zelale, divê em axa xwe ji dagirkeran bistînin”
PeyamaKurd- Nûnera çapemeniyê ya Beşar Esed ê serokê Sûriyê Buseyna Şaban bo NBC News a Amerîkayê axifî. Şaban weha got:
“Mêjiyê me gelek zelale ku divê axa me ji terorîstan û dagirkerên Tirk û Amerîkayê rizgar bibe. Di mijara petrola Sûriyê de ku Trump dibêje wan petrolê xistiye bin ewlehiyê, behsa diziya petrolê dike.”
Şaban got ku heqqê Amerîkayê di petrola Sûriyê de tineye û wê li hemberê leşkerên Amerîkayê operasyonan bikin. Van gotinên Buseyna Şaban tê dewreyeka wisa ku li bajarê Idlibê ji hewa û bejayiyê de operasyonên xwe gelek zêde kirine.