TR KU SO
FB X
Cîhan

Merkel bo koçberan Tirkiyê rexne kir

Admin M
Nivîskar
📅 03 adar 2020 03:39

PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel li ser tevgerên Tirkiyê yên di derbarê koçberan de, Tirkiyê rexne kir. Merkel got Tirkiye nerazîbûna xwe, dixe ser pişta koçberan û ev yek nayête qebûlkirin. Merkel beyana xwe îro li Berlînê da û bo Tirkiyê rexneyên giran kir.

Merkel got ku ew fêm dikin bê Tirkiye destekeka zêdetir ji Awrûpayê rêpanî dike lê nabe ku vêya di ser mijara koçberan de bike. Bi sedema şerê li Idlibê û îhtîmala koçeka mezin ji Idlibê ber bi Tirkiyê de here, raste niha Tirkiye bi ezmûnekî re rû bir û ye û tê fêmkirin bê Ankara ji Brukselê bendewarê destekekî zêdetire.

Merkel got ku di mijara alîkariya bo Sûriyeyiyan de, wê çawa alîkarî bêkirin, li Idlibê agirbes çawa bê kirin û çawa dikarin alîkariyê bo Tirkiyê bikin, bi Tayip Erdoğan, Emmanuel Macron û Putin re axifîye da li ser sînorê Tirkiyê, çawa dikarin herêmeka bi ewle ava bikin.

Merkel, behsa çêkirina peymaneka nû ya navbera Tirkiyê Yekîtiya Awrûpayê kir û bê wê çawa karibin peymanê bicîbînin kir. Her weha got ku barê Tirkiyê girane û niha ji Sûriyê 3 mîlyon û ji Pakistan Îranê 500 hezar koçber li Tirkiyê hene.

Berdevkê hukumeta Almanya Steffen Seibert jî îro ragihand ku peymana koçberan ya 2016an ya bi Tirkiyê re hê jî dewam dike û eger Tirkiye nerazîbûnên xwe hebin, mirov dikare li ser wan biaxife û çareser bike. Lê pêla koçberan ya ji Tirkiyê bo Bûlgaristan û Yûnanistanê weka felaketekî mezin binavkir.

Parve bike: