TR KU SO
FB X
Cîhan

Merkel: Herkes bi serê xwe tevbigere em ê bela bibin

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2018 20:24

PeyamaKurd- Krîza di navbera Amerîka û endamên din yên G7 ê de, her diçe zêdetir dibe. Merkel, bi sedema baca gumrikê, li hemberê Trump bertek nîşan da. Merkel got; eger herkes bi tena serê xwe bi Amerîka û Çînê re li hev bike, wê Awrûpa jihev belav bibe.

Merkel got ku kiryarên Amerîkayê dike ku temamê welatên Awrûpayê qedera xwe bixin destê xwe û bi hev re tevbigerin. Merkel weha dewam kir:

“Eger Amerîka gumrika bo hesinê pola û alûmînyûmê daniye, bo otomobîlên me jî deyne, em ê li hemberê wê tedbîrên berfireh bigrin û bixebitin da welatên din yên Awrûpayê bikin hevalên xwe. Me li hember Trump ji niha de tedbîrên xwe sitendiye û em ê wan di 1 ê tîrmehê de bidin Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê.”

Merkel her weha ragihand ku serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau dev ji tedbîrên ku dê li hemberê Amerîkayê bistîne bernedaye û hevdîtinên me dê bi Trump re dewam bikin.

Parve bike: