Cîhan
Merkel kampa Naziyan (Auschwitz) ya mirinê ziyaret kir
PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel cara yekeme ku diçe seredana kampa Naziyan ya mirinê ya ku li welatê Polonya yê ye. Merkel dema wê derbasî nava kampê bibe, di bin nivîsa deriyê kampê de rawestiya. Li serê nivîsa “Xebat azad dike” hebû. Li bin nivîsê yek deqeyekî bo rêzgirtinê rawestiya. Merkel bi serokwezîrê Polonyayê bi Mateusz Morawiecki re tevlî merasima 75 em salvegera rizgarkirina dîlên di kampê de bû û Merkel di axaftineka xwe de weha got:
“Berpirsiyarî perçeyekî nasnameya me ya netewiye.”
Auschwitz, bo qişlayê hatibû avakirin û di sala 1939an de ji aliyê Naziyan de hat bikaranîn. Almanya Naziyan Polonyayê îşxal kiribû. Di demeka kurt de bû navendeka ku ji 40 kampan pêkhat û bû ciyê mirinê.