Cîhan
Merkel û Putin li ser Ûkrayna, Suriye û Lîbyayê axifîn
PeyamaKurd- Berdevkê hukumeta Almanya Steffen Seibert bi awayeka nivîskî ragihand ku serokwezîra Almanya Angela Mekel bi rêya telefonê bi serokê dewleta Rûsyayê bi Vladimir Putin axifiye.
Mijara axaftina wan ya bingehîn li ser “Formata Normandiya” bû ku dê di nêz de zîrwe ya wê bêkirin û behsa amadekariya zîrweyê kirine lê di berde behsa mijarên Sûriye, Lîbya û behsa dewamkirina anîna xaza Rûsyayê di ser Ûkrayna de hatine kirin
“Formata Normandiya” bo çaresrekirina krîza Ûkraynayê ji aliyê Almanya, Fransa, Rusya û Ûkrayna de hatibû damezrandin.