TR KU SO
FB X
Cîhan

Merkelê jî pistgirî da Macron: Divê artêseke rastîn a Ewropayê bê avakirin

Admin S
Nivîskar
📅 14 mijdar 2018 14:16

Peyamakurd - Serokowezîra Almanyayê Angela Merkel jî piştgirî da Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû, pêwîste artêşa Ewropayê were avakirin û ev yek bibû sedema nerazîbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Angela Merkel di axaftina xwe li ser dahatuya Yekîtiya Ewropayê (YE) li Parlamena Ewropayê (PE) de, ragihand, “Pêwîste em rojekê li ser avakirina artêşeke rastîn a Ewropayê bixebitin.”

Merkelê bal kişand ser ku dê ev artêş ne beramberê NATOyê be û dikare wek Artêşa Ewropayê di nav NATOyê jî cî bigire.

Parve bike: