Cîhan
Meslehetguzarê Almanya yê Enqerê der heqê Salih Muslim de hat hisyarkirin
PeyamaKurd - Meslehetguzarê Almanyayê li Balyozxaneya li Enqerê Robert Dolger li ser agahiyên ku Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim wê li Almanyayê di çalakiyekê de biaxive, bo Wezareta Derve hat gazîkirin.
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatine wergirtin, rayedaran ji meslehetguzarê Almanî Dolger re ji bo ku 19ê mehê li bajarê Ludwigshafen a Almanyayê PKK çalakiyekê li dar dixe û di wê çalakiyê de Salih Muslim ji axaftinekê bike, aciziyên xwe anîne zimên.
Derbarê çalakiya PKKê û beşdarbûna Muslimî bo çalakiyê dîplomatê Almanî hat hişyarkirin.
Tirkiyeyê ji Almanya û welatên din ên Ewropayê daxwaza radestkirina Muslimî kiribû.