TR KU SO
FB X
Cîhan

Mesrûr Barzanî bi Adil Ebdulmehdî re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 24 gulan 2026 19:59

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Bexdayê de bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiya.

Li gorî daxuyaniyek fermî ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Yekşemê 24ê Gulana 2026an weşandiye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebdulmehdî re hevdîtinek pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de, Adil Ebdulmehdî bal kişandiye ser pozîsyona girîng a Herêma Kurdistanê û spasiya xwe ji bo rol û serokatiya dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî wekî rêberê neteweyî ji bo Kurdistan, Iraq û herêmê bi tevahî anî ziman.

Ebdulmehdî herwiha girîngiya serdana Serokwezîr Barzanî ya Bexdayê tekez kir û destnîşan kir ku ew ê rolek erênî û avaker di çareserkirina pirsgirêkan û nêzîkkirina aliyên siyasî bi rêya diyalog û têgihîştina hevbeş de bilîze.

Di daxuyaniya fermî de herwiha hat destnîşankirin ku Serokwezîr Barzanî ji bo helwesta dostane û piştgiriya wî ya li hember mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê spasiya Adil Ebdulmehdî kiriye.

Parve bike: